Zext û giwaş bo ser xwandevanên gundê “Nê”a ser bi Merîwanê dom dike

12:50 - 6 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa:Karbidestên yek ji xwandingehên gundê “Nê”a ser bi bajarê Merîwanê gefa ji xwandevaên wî gundî dikin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa Kurdpa, karbidestên xwandingeha “Şikofe”a gundê “Nê”a ser bi bajarê Merîwanê gefan ji xwandevanan dikin ku dibe li şano,sitran û hlebest xwandina jibo 22’Rêbendanê birêve diçin ,pişikdariyê bikin.

Çavkaniyek haydar eşkere kir, karbidestên xwandingehê bi xwandevanan ragehandine ku eger pişikdariyê nekin li taqîkariyên dawiya salê de nomreya herî kêm dê bi wan bihê dayin.

Ji aliyek din li heyamê 3’ê rojên bihorî de karbidestên xwandingeha “Şoheda”a ser bi bajarê Ciwanroyê ragehandiye ku dive her xwandevanek 10 hezar timen pere jibo têçûna av , berq û şewata xwandingehê bidin.
Ewe li demekê deye ku Komara Îslamiya Îranê li bereberê 22’ê Rêbendan)10’ê Şibat)li hin li gundên Kurdistanê jibo rakêşana wilatiyan bo pişikdarî di rêpêwana vê rojê de, xwarin,kinc û per bi ser gel de bilav kirine.