Zext û givaşên Dewleta Îranê bo ser Kasibkarên Kurd Dom dike

16:07 - 7 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên nizamî û lesşkeriyên Komara Îslamiya Îranê li bajarên Kurdistana Îranê, bi teqe û zewt kirina Samanê welatiyan azar û eziyeta wan dikin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa,roja duşem berwar 6’ê Gulana 2013’an hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li nêz gundê “Meznavê”a ser bi herêma Alana bajarê Serdeştê teqe ji tirombêla kasibkarek Kurd yê binavê “Omer Reş”kirin û ziyanek berçav bi tirombêla vî gehandin.

li encama vê teqeyê de welatiyên gundê “Mezinavê” çûne hawara vî û karîn canê rizgar bikin.

Her wiha roja Şemiyê berwar 4’ê Gulana 2013’an, hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li pasgeha gundê “Geşikî2a ser bi bajarê Kamiyaranê teqe ji tirombêla kasibkarek Kurd yê binavê “B. A”kirin û jibilî zere û ziyanê, dest bi ser barê vî de girtin.

Çavkaniyekê bi ajansa kurdpa ragehand ku barê vî pitir ji 150 milyon timen dikir.

Ji aliyek din roja Înê berwar 3’ê Gulana 2013’an hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li pasgeha “Melendûyî”a ser bi herêma Newsûdê, teqe ji tirombêla kasibkarek Kurd yê xelkê bajarê Pawê kirin û ji bilî zerer û ziyanê, kel û pelê tirombêla vî zewt kirin.

salan hejmarekî berçav ji welatiyên Kurd li Îranê di nava cade û rêyan de ji aliyê hêzên Komara Îslamiya Îranê bi hinceta hilgirtina kel û pelên yasax tên kuştin û birîndar kirin.

ewa li demekê deye ku kasibkarên Kurd tenê jibo peyda kirina risqê malbatên xwe vî karî dikin.