Zext û Givaşa Hêzên Delwta Îranê bo ser malbata Xwendekarek Kurd

13:41 - 9 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Urmiyê gefa zîndanî kirinê li malbata çalakek xwendekarî dikin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, malbata Omîd Ebdî çalakê xwendekarî yê Kurd di pêywendiyek telefonî de ji aliyê Îdareya Îttlata Urmiyê hatine haydar kirin û gef ji wan hatiye kirin ku divê cihê kurê xwe bo hêzên Îttlatî eşkere bikin.

Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê roja Şemiyê berwar 5’ê Nîsanê, Xalis Ebdî Mamê Omîd û Leyla Ebdî dayîka Omîd haydar kirine ku divê serdana Îdareya Îttlatê a bajarê Urmiyê bikin.

\"11899.jpg\"
Îdareya Îttlata Urmiyê,daxwazê ji malbata xwendekarê Kurd Omîd Ebdî dikin ku kurê wan ku seva zext û givaşên hêzên dewletê jibo derveyî Îranê reviyaye , vegerînin nav Îranê û radestî hêzên Îttlatî bikin.

Berê jî seva zext û givaşên Hêraseta zanîngeha Peyama Nûra a Urmiyê çend xwendekarên Kurd bineçarî welêt cî hêlabûn.

Omîd Ebdî niha di yek ji welatên herêmê de akinciye.