“Zemane Zîviye” ji girtîgehê hate azadkirin

17:56 - 5 Adar 2022

Roja Pêncşemî 12`ê Reşemê, “Zemane Zîviye” xelkê bajarê Seqizê bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiya Kurd bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayê demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Seqizê hatiye azadkirin.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn ku ew çalakvana Kurd roja Yekşemî 8`ê Reşemê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo “kanûna terbiyet û îslah” a wî bajarî hatibû veguhastin û herwisa roja Çarşemî 11`ê Reşemê bo girtîgeha bajarê Seqizê hatibû veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Zemane Zîviye di heyama binçavkirina xwe de, ji destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin”.

Roja Şemî 9`ê Rêbendanê, ew welatiya Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Zemaneh Zîviye” derçûyê warê maf li zanîngeha Peyamê Nûr a bajarê Seqizê ye û di sala 1396`an de bi tohmeta “beşdarîkirin di civînên piştgirî li referandoma serbixweyiya Kurdistanê de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.

“Zemane Zîviye” di dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê de, her bi vê tohmetê hatibû dadgehîkirin û bi 50 derbên qamçî û 1 milyon û 800 hezar Tumen pere hatibû cezakirin.

Cezayê nextî ya “Zemane”yê ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ve hate piştrastkirin û cezaya lêdana 50 derbên qamçiyên navbirî bo heyama 3 salan bi awayê ragirtî maye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wê çalakvana Kurd hatiye sepandin ti zaniyariyek serast ber dest nîne.