“Zemane Zîviye” bo girtîgeha bajarê Seqizê hate veguhastin

17:40 - 3 Adar 2022

Roja Çarşemî 11`ê Reşemê, “Zemane Zîviye” xelkê bajarê Seqizê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê bo girtîgeha wî bajarî hate zivirandin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, berpirsên girtîgehê bona azadkirina demkî ya wê welatiya Kurd daxwaza 1 milyard û 200 milyon Tumenî, wekî barimteyê kirine.

Rêkevta 14`ê Rêbendanê “Zemane Zîviye” digel “Mêqdad Hesenijad” xelkê bajarê Seqizê, piştî binçavkirina wan, bona lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.

Roja Şemî 7`ê Reşemê, “Mêqdad (Kardox) Hesenijad” xelkê bajarê Seqizê bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Seqizê hatibû azadkirin.

Roja Şemî 9`ê Rêbendanê, ew du welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

“Zemaneh Zîvye” derçûyê hiqûqa zanîngeha Peyamê Nûr a bajarê Seqizê ye û di sala 1396`an de bi tohmeta “beşdarîkirin di civînên piştgiriya ji referandoma serbixweya Kurdistanê de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçakirin.

Zemane Zîvye di dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê de, her bi vê tohmetê hatibû dadgehîkirin û bi 50 derbên qamçî û 1 milyon û 800 hezar Tumen pere hatiye cezakirin.

Cezayê nextî ya “Zemane”yê ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ve hatiye piştrastkirin û cezayê lêdana 50 derbên qamçiyên navbirî bo heyama 3 salan bi awayê ragirtî maye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan du welatiyên Kurd hatiye sepandin ti zaniyariyek serast ber dest nîne.