Zêdetir li 300 sal cezaya girtîgehê, heya îdam û lêdana qamçîan bo 88 welatiyên Kurd di heyamê 9 mehên sala 1399an de
Pêka amara ku di navenda amara saziya mafê mirovî a “Kurdpa”yê di 9 mehên sala 1399an hatiye tomarkirin, bi giştî 88 welatiyên Kurd bi tohmeta “Ewlehî” ji aliyê dezgeha qezayî a hikûmeta Komara Îslamî a Îranê, bi girtîgehê û cezayên din hatine cezadanê.
Cezaya herî kême ku hatiye sepandin 2 meh girtîgeh û cezaya herî zêde îdam bûye.
Girtiyê Siyasî_Olî yên ku bi îdamê hatine cezadan:2 halet
girtiyên tezîrî: 276 sal û 3 roj
girtiyê telîqî: 45 sal û 3 meh û 1roj
lêdana qamçîan: 304 derbe lêdan
piştrast bûna cezaya îdamê ji aliyê dîwana bilind a dad:3 halet
dûrxistin bo deverên dûrdest: 1 halet
cezaya malî:250 miliyon timen
Tohmetên ku bi ser wan de hatiye sepandin:
Hevkarî digel Partên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê:43halet
Piropagende dijî nîzamê:20 halet
Beşdarî kirin di kombûnên nerizayetîyê di meha Befranbara sala 1396an di bajarê Bane yê li derheq kuştina Kolberan:10 halet
Cehdkirin bi dijî tenahiya neteweyî:11 halet
Têkdana nezma giştî:6 halet
Endambûn di girûpên tundrew yên olî:4 halet
Şewtandina benêra Qasim Silêmanî: 3 halet
Peşdarî kirin di kombûnan bi merema çêkirinatevdaniyê:2 halet
Sîxurî kirin bo welatên din:3 halet
Kombûnên tebanî:3 halet
Serpêçî kirin û bê rêzî kirin bi hikûmet û memorên hikûmetê: 1 halet
Derbasbûn li sînor bi awayekî neyasayî: 1 halet
Helgirtin û kirîn û firotina çekûçol:1 halet
Endambûn di girûpên dijberî nizamê: 1 halet
Belav kirina nûçeyên nerast: 1 halet
Miharibe: 1 halet
Eşkere kirina belgeyên hikûmetê:1 halet
Biwarê çalakiyên parek ji wan kesan ku hatine diyar bûn:
7 çalakên Olî, 6 çalakên Jîngehî, 5 çalakên Çandî, 5
Rojnamevan, 5 çalakên Medenî, 3 girtiyê Siyasî, çalakên warê Jinan û çalakên warê Kedkarî, endamekî Parta yekîtiya netewî, mamostayekî zanîngehê, 4 kes ji binçavkiriyên meha Xezelwera par, endamê daykên aştî û lêkolerekê Kurd.
Navenda amara saziya mafê mierovî a Kurdpa
Amadekirin: Evîn Mistefazade