Zêdebûna Jimara Maynan Li Kurdistanê Bûye Asteng İn Li Hember Lêkolînên Kevnarnasan

12:09 - 26 Kanûna pêşîn 2011
Kursdpa: Bi sedema nebûna pilanên dewletê û herwiha sedemên xwezayî, lêkolînkirin li ser girikên dîrokî ên rojavayê Îanê pir estem e.

Pirsa maynan û bombên neteqî ên şerê Îran-Iraqê li Kurdistanê bûye sedema çêbûna astengan li hember vekoleran, dîroknasan û kevnar nasan.

Li gor ew serjimêriyên belavbûyî %25 ji herêmên dîrokî ên Kurdistanê ketine jêr herêmên maynrêjkirî.

Nûçegihaniya Mîrasên Kultûrî belav kir bûna mayn û bombên neteqî ên bi cih mayî ji şerê Îran û Iraqê li girikên dîrokî ên devera Serdeştê li Azerbaycana Rojava û Mêhran û Dêhloran li parêzgeha Îlamê ku ên serdemên kevn in, çalakiyên kevnarnasan li gel pirsgirikan berbirû kiriye.

Herwiha ji aliyek din ve ligor ew nûçeyên ku ji aliyê navendên hêzên leşkerî ên Îranê belav bûne, zêdeyî 16 milyon mayên bicih mayî ji şerê Îran û Iraqê li Kurdistanê de hene.