ZAWACA BI ZOR, XWEKUJÎ LÊ KET

16:34 - 15 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Keçek gundên Urmiye seva arîşên civakî, agir bi xwe xist û Jiyana xwe bi dawî anî.

Pêka rapora Kurdpa, “Azîta M” keça Fexredîn çend rojan beriya niha seva arîşên Malbatê dawî bi Jiyana xwe anî.

Nûçegihanê Kurd li gor nizîkekî wê keçikê dibêje: ev keçe razî nebûye lê bi zor zewicandine.

Ev keçe a genc ku çend roj ji bo veguhaztin a wê ji bo malmêrê mabûn, xelka gundê “Xeregoş”a Urmiye bû.

Her wisa di Heftiyên bihorî de Jinek navsal li “Elwac”a Urmiye Jıyana xwe bi dawî anî.

Pêka amara Navenda Amara Kurdpa, Îsal 14 Jin û Keçan dest avêtiye xwekujiyê ku 5 ji wan mirine.