Zarokekî Îlamî mimkin e pêyê wî yê din jî bê birîn+Wêne

13:58 - 8 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: 4 kes ji zarokên li sînorê Mêhran ê rojhilatê Kurdistanê, bûnî qurbaniyên teqîna alavên leşkerî ên şerê Îran û Îraqê, bi sedema şewitîna dijwar bo bajarê Ehwazê hatin veguhestin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, rexma borîna hefteyekî ser teqîna mayîna bi cih mayî li şerê 8 sale yê Îran û Îraqê re, li tixûbê Mhran ê ser bi Îlama rojhilatê Kurdistanê, 4 zarok bi tundî birîndar bûn ku niha jî li beşa“I.c.u”a nexeşxaneyê bin çavdêriya taybet a bijişkî de ne.

Wan xwendevanane sedî 30 heya 60 ji tenduristiya xwe winda kirin e.

Doh birêveberê nexweşxaneya ku zarokên Kurd ên qurbaniyên mayînê li wir bin çavdêriyê de ne ragihand:“Qut kirin û birîna piyê rast ê yek ji wan qurbaniyan pişt ras kir.

Birîn û qutkirina pêyê din ê wî zarokî jî gellek muhtemel e; ji ber ku bi gotina birêveberê nexweşxaneya Razî a Ehwaz li Îranê, piyê zarokê xwendevan yê mayî ji bi sedema reş bûnê mimkin e bê birîn.

Bijîşkên nexweşxaneyên dibêjin Ku ew kêmendam ê bi navê Mohemmed Hadî Melekiyan, sedî 60 ji leşê wî şewitiye û rewşa tenduristiya wî pir giran e.

Her wiha rêveberê nexweşxaneya Taliqanî a Ehwazê got:“Du zarokên din ê qurbaniyên wê mayînê jî divê neştergerî ser wan bê encam dayîn.

Esra roja duşemî 1’ê adara 2015’an, zarokên devera “Kincan Çem” li bajarê sînorî ê Mêhran, piştî bi dawî hatina dema xwendinê dest bi lîstikan dikin ku nişkave mayînek çandî a bi cih mayî ji şerê Îran û Îraqê diteqe û 5 kes ji wan zarokan bi tundî birîndar dibin. Ew zarok heya niha jî li naxweşxaneyên Îranê bi veguhestina caran a mekanê tedawî kirnê û guhertina nexweşxaneyan bin rewşeke awarte de ne.
Wêne; Îsna

\"25204.jpg\"

\"25203.jpg\"

\"25206.jpg\"

\"25207.jpg\"

\"25208.jpg\"

\"25209.jpg\"