Zarokekî Ereb bû goriyê mînên çandî ji aliyê rejîma Îranê ve

23:24 - 12 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Zarokekî Ereb xelkê bajarê Ehwazê bi sedema teqîna mînekî çandî li qerax binkeyeke ertêşê, destê wî jêvebû.

Li gor nûçegehaniyên malperên deverên Ereb akincî ên Ehwazê, teqîna mînê li nêzîk binkeyeke ertêşê, zarokê temen 12 salî bi navê Yasîn Ebîdawî birîndar kir.

Zarokê han di dema lîstika topa pê de, tiştek asin dibîne û hildigire û piştî hilgirtinê di nava destên wî zarokî de diteqe.

Di encama bûyera han de, destê zarok jêvedibe û ser û çavên wî jî birîndar dibin.

Roja yekşemiya derbazbûyî jî li bajarê Merîwanê di encama teqîna mîneke mayî ya serdemê şerê Îran û Îraqê, kesekî temen 60 sal canê xwe ji dest da.

Çavkaniyên bawerpêkirî basa vê yekê dikin ku hêzên rejîma Îranê, niha jî di kurdistana Îranê de mijûlî danîna mînan in.

Bilavbûna rapora han hevdem e tevî kombûnên NY di Newo Yorkê de derheq bi “pêşgirtin ji bikaranîna mînên erdî” ku di nav wan de Îran û 16 welatên din dengê bê alî bi vê biryarnameyê dane.

Di dawiyê de biryara han bi 168 dengên erê hate pesendkirin.

Rejîma komara Îslamî a Îranê 4 mîlyon hêktar zewiyên çandî bi mînan heye û piştî welatê Misrê duyemîn pileya çandina mînan di cîhanê de heye.