Zarokek temen 4 salî li bajarê lîstin a Zirêvarê canê xwe ji dest da

18:28 - 24 Adar 2022

Roja Çarşemî 3`ê Xakelêweyê, zarokek xelkê bajarê Sineyê temen 4 salî, li dema lîstin li bajarê lîstin a gola Zirêvara bajarê Merîwanê, canê xwe ji dest da.

Ew zaroka temen 4 salî li dema lîstinê, bi sedema berbûn ji “belema seba” ya bajarê lîstina gola Zirêvarê, canê xwe ji dest dabû.

Ew zaroka di wê bûyerê de, serê wê bi awayek dijwar birîndar bibû û bi sedema xwînrêjiya cesteyî, berî veguhastin bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.

Her di wê derheqê de, fermandarê bajarê Merîwanê ragihand: “Heta dema rohnbûna wê bûyerê, bajarê lîstin a gola Zirêvarê dê bê daxistin”.

Parêzgarê bajarê Sineyê di wê derheqê de got: “Digel her cure xemsariyek li derheq wê bûyerê, bi awayek micid em reftar dikin.

Kevnbûn û rizîbûna alavên lîstin ên li bajarê lîstinê û nestandardbûna wan alavan, gelek cara canê welatiyan kirine qurbanî.