Zarokek kar li bajarê Urmiyê dawî bi jiyana xwe anî

18:30 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 2ê Gelawêjê, zarokek kar yê bi navê “Metîn Mistefayî” temen 10 salî kurê “Eyûb” xelkê gundê “Çereş” yê girêdayî devera “Berandêz” a ser bi bajarê “Urmiyê” dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew zarokê kar di dukanekê de mijûlî kar bûye û piştî lêxistin ji aliyê bavê wî, dawî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa wê çavkaniyê behsa vê yekê jî kiriye ku, ew zarokê 10 salî ji rêya xwe bidarvekirinê dawaî bi jiyana xwe aniye û termê wî bo nexweşxaneya “Azerbaycan” a bajarê “Urmiyê” hatiye veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Bi sedema lêxistin û xuyakirina cihê îşkenceyê li ser cesteya Metîn, heta niha pizîşkê dad termî wî zarokî radestî malbata wî nekiriye.”