Zarokek kar bi sedema bûyera agir kevtinê canê xwe ji dest da

12:31 - 3 Tebax 2022

Roja Duşemî 10`ê Gelawêjê, zarokek kar yê Kurd yê bi navê “Mardîn Silametiyan” temen 10 salî û xelkê bajarê Bokanê, bi sedema kûrahiya birînên xwe, li encama bûyerek agirgirtinê de, li nexweşxaneya bajarê Urmiyê, canê xwe ji dest da.

Roja Çarşemî 5`ê Gelawêjê, bi sedema agirkevtin li dukanek çêkirina maşînan li kolana “Mîrava” ya girêdayî bajarê Bokanê, laşê wî zarokî digel hostayê wî şewtîbûn.

Di wê bûyerê de laşê “Mardîn Silametiyan” ji sedî 85 û laşê hostayê wî jî ji sedî 35 şewitîbûn.

Ew du welatiyên Kurd bi sedema zêdehiya rêjeya şewatê, bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê, hatibûn veguhastin.