ZAROKEK 13 SALÎ LI SÎNORÊ ÇALDIRANÊ HATE KUŞTIN

16:49 - 18 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Roja 8’ê Tebaxê Nûgîhayek Kurd li ser Sînor hate kuştin.

Li gor Kurdpa, 8’ê Tebaxê Nûgîhayek bi navê “Fayaz Zangin” kurê Mihemed Reşîd xelkê Bakurê Kurdistanê bi teqeya kesek nenaskirî hate kuştin.

Nûçegihanê Kurdpa dide kifşê Fayaz ji Malbatek kurtdest bûye û seva dahatek kêm, dest avêtiye anîn û birina Gazoyil li ser Sînor.

Termê wî nûgîhayî li Şûna kuştinê hatibû defin kirin lê piştî çend rojan ji aliyê xelkên Gundên derdora Çaldiranê ve hate derxistin û radestî Malbata wî hatekirin.

Pêka amara Navenda Amara Kurdpa, Li destpêka Heyva Tebaxê ve heya niha ev 2’emîn welatiyê ne Îranî ye ku li Sînorên Kurdistana Îranê tê kuştin.

Ev amar li Kurdpa belavbûye û rebnge amara rastîn li viya zaftir be.