Zarokek 10 salî li Urmiyê Xwe dawî bi Jiyana xwe anî

13:36 - 9 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Zarokek 10 salî û qutabiyê pola 5 a destpêkî li bajarê Urmiyê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha zarokek 10 salî li bajarê Urmiyê bi sebebek ne diyar dawî bi jiyana xwe anî.

Welatiyekê li bajarê Urmiyê ragehand, hebûna tund û tijî di nava Fîlman de sebebê vê yekê ye ku zarokê han seva zext xistin bo ser malbata xwe dest bi xwe kuştinê bike.

ji aliyek din karnasên civakî li ser vê baweriyêne ku hejarî, pirsgirêkên civakî û malbatî sedemên sereke yên kêm bûna temenê xwe kuştinê li Îranê dene.

Berwar 4’ê Adara 2013’an Keçeka Kurd a binavê “Perya Rehmetî”keça Mehmûd, bi sedema vê yekê ku bi zora malbatê dest ji xwendinê hilgirtibû agir ji bedena xwe berda û seva xurt bûna birîna canê xwe ji dest da.