Zaroke temen 12 salî bi sedema teqîn mînê canê xwe ji dest da

19:42 - 21 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Bi sebeba teqîna mina bi cih mayî ya di heyama şerê di navbera Îran û Îraqê de, li bajarê Şoş a girêdayî parêzgeha Xozistanê, zaroke temen 12 salî canê xwe ji dest da.

Roja Yekşemî 29`ê Xezelwerê, (18`ê Çiriya Paşîn), li bajarê Şoşê, zaroka temen 12 salî , bi sebeba teqîna yek ji mînên bi cih mayî yên şerê 8 salî ya di nav bera Îran û Îraqê de, canê xwe ji dest da.

Nasnameya wî zarokê temen 12 salî, “Mihemedemîn Qalibî Hacîwend” hatiye ragehandin.

Malpera “Mîn û Jiyan” di vê derheqê de wiha nivîsiye, ev bûyera demjmêr 1 paşnîvro a 29`ê Xezelwerê çê bûye, ev zaroka di vê bûyerê de, bi sebeba qutbûna milê wî yê aliyê çepê, û herwisa bi sebeba xwînrêjiya zêde, û veguhastina wî bo nexweşxaneya leşkerî a Maf, canê xwe ji dest daye.

Îran bi panahiya çar miliyon hiktarî bi mînan aloze, û zêdeyî ji 16 miliyon mînên bi cih mayî yên heyama şerê 8 salî yê di nav bera Îran û Îraqê de, li 5 parêzgehan de, duyemîn welatê aloz bi mînan di cîhanê de tê hesab kirin.