“Zanko Mes`ûdî” carek din hate binçavkirin

18:31 - 7 Nîsan 2022

Roja Çarşemî 17`ê Xakelêweyê, welatiyek Kurd ê bi navê “Zanko Mes`ûdî” kurê “Resûl”, xelkê gundê “Melqerenî” yê ser bi bajarê Seqizê bo carek din ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîşkirine ser mala wî welatiyî û piştî bêrêzîkirin bi endamên malbata wî, navbirî binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê bas ji wê yekê jî kir ku, ji sedema binçavkirina wî welatiyê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve ti zanyariyek serast ber dest nîne.

Roja Yekşemî 14`ê Sermaweza sala 1400`an “Zanko Mes`ûdî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye li roja Çarşemî 27`ê Rêbendana sala 1400`an, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha Navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin û li roja Şemî 7`ê Reşema sala derbasbûyî, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgehê hatibû azadkirin.