“Zanko Mesûdî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin

17:54 - 1 Adar 2022

Roja Şemî 7`ê Reşemê, welatiyek Kurd ê bi navê “Zanko Mesûdî” temen 22 salî û kurê “Resûl”, xelkê gundê “Melqerenî” yê ser bi bajarê Seqizê bi danîna Barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê hatiye azadkirin.

Roja Çarşemî 27`ê Rêbendanê, ew welatiyê Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de, ji destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Yekşemî 14`ê Sermawezê “Zanko Mesûdî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin, ti zanyariyek li ber dest nîne.