“Zana Kesrayî” bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin

18:12 - 15 Kanûna pêşîn 2021

Roja Sêşemî 23`ê Sermawezê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Zana Kesrayî” temen 28 salî kurê Hîwa û xelkê gundê “Nê”yê ser bi bajarê Merîwanê bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Roja Şemî 27`ê Befranbara sala 1399`an, dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê cezaya 3 sal girtîgeha te`izîrî li ser wî welatiyê Kurd sepandibû.

Dadgehê ew welatiye bi tohmeta “Endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi sê sal girtîgeha te`izîrî cezadabûn û navbirî ji tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi bêtawan hatibû naskirin.

Ew welatiye nerizayetiya xwe li hember cezaya dadgehê nîşan dabû û dosiya wî bo pêdaçûnê bo dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Sineyê hatibû zivirandin ku cezaya wî bo yek sal girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin.

“Zana Kesrayî” roja Yekşemî 29`ê Pûşpera sala 1399`an bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye piştî 22 roj binçavkirinê û bi dawîhatina heyama lêpirsînê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.