“Yûsif Umerpûr” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin

16:17 - 2 Şibat 2022

Roja Duşemî 11`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Yûsif Umerpûr” kurê Mistefa û xelkê “Çiyane”ya girêdayî bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehiyê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û navbirî bo cihek nexuya veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî wî welatiyê Kurd hatiye sepandin, ti zanyariyek jiber dest nîne.

Her di vê derheqê de, roja Şemî 9`ê Rêbendanê 5 welatiyên Kurd ên bi navên “Elî Umerpûr”, “Murad Mamereş”, “Feryad Şîlan”, “Eyûb Hedîsî” û “Rehman Xêdmetguzar” xelkên bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatbûne binçavkirin.