Yûsif Rehmanî bi danîna barimteyê li girtîgeha bajarê Şinoyê hat azadkirin

18:59 - 18 Tebax 2022

Roja Çarşemî 26`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê “Yûsif Rehmanî” bi danîna barimteyê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha wî bajarî hatiye azadkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hevdîtin digel malbata xwe û destpêragihîştina bi parêzer hatibû bêparkirin.

Roja Çarşemî 22ê Pûşperê “Yûsif Rehmanî” xelkê gundê “Xorişt” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha ewlehî a bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.