Yûsif Mamqadirî bo girtîgeha bajarê Bokanê hat veguhastin

18:54 - 30 Tebax 2022

Roja Şemî, 5ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Yûsif Mamqadirî” ji girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê “Bokan”ê bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

Ew welatiyê xelkê Bokanê berê bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama lêpêçînê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Yekşemî 5ê Pûşperê, Yûsif Mampadirî bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.