Yûsif Emînî bo cîbicîkirina heyama girtîgeha wî bo girtîgeha bajarê Şinoyê hat veguhastin

18:44 - 25 Gulan 2022

Roja Sêşemî 3`ê Cozerdanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Yûsif Emînî”, temen 52 salî û xelkê gundê “Gurgawê” ya girêdayî bajarê Şinoyê, bo cîbicîkirina hukmê girtîgeha wî, bo girtîgeha wî bajarê hate veguhastin.

Ew welatiye ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê bi serokatiya dadwer “Rezayî” bi 2 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Kombûna dadgehîkirina wî welatyî li roja Şemî 7`ê Reşemeya sala 1400`an a Rojî li taya 1 a dadgeha Şoreş a Şinoyê hatibû lidarixistin û, dadgehê navbirî bi “hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurdî yên Opozîsiyona hikûmeta Îranê” tohmetbar kirbû.

Ev hukim li roja Yekşemî 7`ê Xakelêweyê bi awayê fermî ji navbirî re hatibû ragihandin û piştî qebûlkirina wê cezayî, ji aliyê Yûsif Emînî ve “Teslîm bi Reiy” bo 18 mehan hatiye kêmkirin.

Roja Duşemî 14`ê Reşema sala 1400`an a Rojî, “Yûsif Emînî” bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, bi danîna barimteyê ji yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Şinoyê hatibû azadkirin.