“Yûsif Emînî” bi du sal girtîgeha te`izîrî hate cezadan

18:55 - 30 Adar 2022

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Yûsif Emînî” xelkê gundê “Gurgavê” yê girêdayê bajarê Şinoyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokayetiya dadwer “Rizayî” bi 2 sal girtîgeha te`izîrî hate cezadan.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, kombûna dadgehîkirina wî welatiyê roja Şemî 7`ê Reşemeya sala 1400`an, li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê hatibû lidarxistin û dadgehê navbirî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” ceza dabû.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew cezaye roja Yekşemî 7`ê Xakelêweyê, bi awayek fermî bi wî welatiyê re hatiye ragihandin”.

Roja Duşemî 14`ê Reşema sala 1400`an, “Yûsif Emînî” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Şinoyê hatibû azadkirin.