Yên di merasîma definkirina Yunis de beşadarî kiribûn hatin binçavkirin

14:29 - 25 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, hejmarek kesên ku di rêûresma ber bi guristanê ve birê kirina, cenazeyê çerçiyê ereb ê Xuzistanî de beşdarî kiribûn, binçav kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Yûnis Esakêre- Welatiyê ereb ku hefteya borî xwe hember şaradariya Mehmereya Xuzistanê şewitandibû, beriya niha bi du rojan jiyana xwe ji dest da. hikûmeta Îslamiya Îranê derbara konê sersaxiyê hişdarî dan malbata wî û 8 kesên ku di merasîma veşaritna cenaze de beşdarî kirbûn ji, xist binçavan.

Yûnis Esakêre xelkê Mehmere ya Xuremşehra Xuzistanê bû ku di bertek dan bi helwesta hikûmeta Îranê ya xirab kirina dikana demkî a firotina mêweryan (wek yeke riya debara jiyana wî), agir berdabû leşê xwe. Ew di nexweşxaneyeke Tehrana peytextê Îranê bin çavdêriya bijîşkî de bû ku beriya niha bi du rojan jiyana xwe ji dest da.

Çalakvanên mafên mirovan hejmara kesên di merasîma defin kirina çerşiyê ereb de beşdarî kirbûn, 8 kes ragihand. Ji nasname û mekanê birêkirina kesên binçav kirî, zaniyariyek bi dest neketiye.

Herwiha gor raporta çalakvanên mafên mirovan, di rêûresma veşartina termê Yûnis de, pevçûnên fîzîkî navbera leşkeran û xelkê sivîl de derket holê ku di encamê de çendîn kes hatin binçav kirin û bo cihekî nediyar ve hatin veguheztin.