Yekîtiya li dijî Îrana etomî: Îran bona bidarvekirinê ji Cereseqîlên me mifahê werdigire

20:36 - 14 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: bikaranîna Cereseqîlên Amerîkayî bona bidarvekirinê di Îranê de, rexne û gazindeyên girûpên weke “Yekîtiya li dijî Îrana etomî” bi dû xwe re anî.

Di heftiya derbazbûyî de hinek wêneyên bidarvekirinê di malperên ser bi Komara Îslamî de hatine belavkirin ku tê de bona bidarvekirinê, ji Cereseqîlên Amerîkayî ên weke “Kargotk” mifahê werdigirin, eva jî bûye sedem ku gellek girûp û aliyên weke “Yekîtiya li dijî Îrana etomî” hatin ser xwe û nerazîbûna xwe nîşan dan û herweha, pêleke zext û givaşê xistine rê da ku bikarin bi vî awayî rê ji wan şirketan bigirin ku alavên weha difiroşin Îranê.

Berdevkê kompaniya “Kargotk”ê ragehand ku, seba vê ku di Îranê de alavên me bona bidarvekirina xelkê bi kar tên, kompaniya me pir aciz û dilgiran e. Navbirî herweha ragehand ku kompaniya me haydarî vê rewşê ye ku di bidarvekirina di cihên giştî de Komara Îslamî Cereseqîlên me bi kar tîne, lewra bi dîtina wan wêneyan em pir dilgiran bûn û wan kiryarên Komara Îslamî bi tundî pirotesto dikin.

Komara îslamî bona birêvebirina bidarvekirinên di cihê giştî de, ji Cereseqîlan mifahê werdigire û eva jî bûye sedema nîgeraniya gellek welatên Rojavayî û nawêndên mafên mirov ên cîhanî.