Yekemîn Êrîşa Leşkerî Ya Dijberên Hikûmeta Sûriyê Dest Pê Kir

12:31 - 17 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Kanala B.B.C belav kir girûpek ji leşkeriyên dijî Hikûmeta Esed ku xwe wek endamên Arteşa Azadkirina Sûriyê dane nasandin bi tîrbar û Narincek avêj êrîş kirin ser binkeyeke saziya Ililatiya Arteşa Sûriyê li Qahirê.

Li gor çavkaniyê, ev êrîşa han dijî navend û binkeyên arteşa Sûriyê li Qahirê destpêka şerê navxwe ye li Sûriyê de.
Roja şemiya derbazbûyî Komkara Ereb seba pabendnebûna Sûriyê bi sozên xwe di çarçoveya terha vê saziyê de û herwiha domandina bikaranîna tundûtûjiyê dijî dijberên xwe, endambûna wî welatî di Yekitiya Komkarên Ereb de da betal kirin.

Jı aliyek din ve dewleta Tirkiyê li hember biryarên Komkara Ereb dijî Dîmeşê, bi vekirina deftera dijberên Sûriyê li Îstenbûlê de, gavek nû avêt.