Yek ji welatiyên nerazî yê li bajarê Seqizê bi sebeba kûrahiya birînan bo Tewrêzê hat veguhastin

18:54 - 18 Îlon 2022

Parisa Sihet kurê Enver û Hacer, yek ji welatiyê nerazî yê bajarê Seqizê bi sebeba kûrahiya birînan bo nexweşxaneya Tewrêzê hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd temen 22 saliye û pîşeya wî serteraşiye û li nêzî dukana wî teqe jê hatiye kirin.

Her di vê derheqê de jî, rewşa giştî ya Kiyan Direxişan welatiyekî din yê nerazî bi qetla hikûmetî ya Jîna Emînî li kombûnên nerazîbûnê li ber deriyê fermandariya Seqizê, ji ber berkevtina guleyên hêzên ewlehî bi dijwarî birîndar bûye.

Roja Şemî 26`ê Xermananê, kombûnên nerazîbûnê yên li derheq qetla hikûmetî ya Jîna Emînî li ber deriyê Fermandariya bajarê Seqizê, di dema tedaxulkirina hêzên dije şoreş û ewlehî de alozî çê bû.

Di wan nerazîbûnan de nêzî dehan welatiyên nerazî li derheq qetla hikûmetî ya Jîna Emînî li ber deriyê Fermandariya bajarê Seqizê birîndar bûn û xelkê ji perestaran daxwazkirin da ku li malan de çareseriyên pîzikî encam bidin.

Herwisa welatiyên nerazî ji tirsa binavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve, ji çûna bo navendên dermanî bona tedawiyên pîzişkî xwe diparêzin.

Roja Înê 25`ê Xermananê, Jîna(Mehsa) Emînî temen 22 salî û xelkê bajarê Seqizê di encama lêxistina hêzên geşta îrşadê hişiyara xwe jidest dabû û li nexweşxaneya Kesra ya Tehranê cane xwe jidest da û roja Şemî 26`ê Xermananê termê wê bi amadebûna xelkek zêde li gorsitana Ayçî a Seqizê bi axê hat spartin.