Yek ji hêzên Întizamî di ser sînorê bajrê Pawê hate kuştin
17:47 - 2 Adar 2020
Ragihandinên hikûmetê bas ji kuştina yek ji hêzên Întizamî li şerê çekdarî di ser sînorê bajarê Pawê de kir.
Nasnameya ew leşkerî ku hatiye kuştin, yê bi navê “Mehdî Mihemedî” hatiye ragihandin, ku êvareya Yekşemî 11`ê Reşemê, di şer û pevçûn de hatiyê kuştin.
Ew şere di cihekî qedexekirî a sînorê bajarê Pawê de qevimiye û heya niha ti girûp û aliyekê nekêşandiye stuyê xwe.