Yek ji birîndarbûyên bûyera teqîna mînê li Dêhloranê canê xwe ji dest da

18:11 - 15 Tebax 2021

Îro Yekşemî 24ê Gelawêjê, “Mehdî Cevadî”, yek ji birîndarbûyên bûyera teqîna mînê li bajarê Dêhloranê, bi sedema kûriya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Ew welatiye di encama wê teqînê de herdu piyên xwe ji dest dabûn.

Îro Yekşemî 24`ê Gelawêjê, “Elî Ekberî”, xelkê bajarê Dêhloranê ji fermanberên Navenda  Pûçkirina Mînan bi sedema teqîna mînê demûdest canê xwe ji dest da û Nasir Xudayî û Mehdî Cewadî jî birîndar bûne.

Ew sê kese bi sedema teqîna mîneke dije kes a bi navê “Walmêr”, tûşî wê bûyerê bûne.