Yek ji berbijêrên Şivra bajarê Riwanserê hate girtin

14:51 - 9 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Yek ji berbijêrên Şivra bajarê Riwanserê ji aliyê hêzên dewleta Îranê hate binçav kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja 8’ê Hezîranê 2013’an Wehab Xolamî yek ji berbijêrên Şivra bajarê Riwanserê ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê di mala xwe de hat girtin û jibo cihek nediyar hate şandin.

\"13177.jpeg\"
Wehab Xolamî kurê Elî û ji dayikbûyê sala 1986’an li gundê Mêrgan a ser bi bajarê Riwanserê ye û xwediyê bavernameya zanistên siyasî li zanîngeha Razî ya bajarê Kirmşanê ye û niha akinciyê bajarê Riwanserê ye.

Şahida bilav kirine, li dema girtna vî de hemû pustêr û tiraktên teblixî yên navbirî li ser dîvarên bajarê Riwanserê hatine hilgirtin.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê çi zaniyariyek li ser cihê ragirtin û sedema girtina vî li berdest de niye.