Yarsanan li dijî rejîma Îranê dest bi xwepêşandanan kir

14:55 - 9 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa:Welatiyê Kurd yên Yarsan piştî vê yekê ku termê wan du kesên ku xwe şewitandine wergirtin, li bajarê Kurdistana Îranê dest bi meş û xwepêşandanan kirin.

Ji şevê din ve yarsanên Îranê dijî rejîma wî welatî dest bi xwepêşandanên berfireh kirin, evna jî piştî wê yekê hat ku du ciwanên Yarsan wek nerazîbûnekê li beramberî wê bêrêziya li beramber ola wan hatibû kirin agir berdabûn laşê xwe.

Li gor medya Îranê, piştî ku yarsanan termê wan herdû ciwanan veşartin, li bajarên wek Sexte, Hemedan û çend bajarokên din ên wê navçeyê dest bi xwepêşandanê kirin û daxwaza dadgehkirina wan berpirsan dikin ku bêrêzî li beramber ola Yarsan kirine.

Di dema xwepêşandanan de, Civata Yarsanan beyannameyek belav kir û daxwaz kir ku berpirsên Îranê li ser vê meselê lêkolînê bidin destpêkirin û wan kesên bêrêzî kirine bidin dadgehê daku careke din bûyerên wiha neqewimin.’’
(Bas-news)