Yaneya Rîal Madrîd xwendegeheke tapa pê Li Herêma Kurdistanê de ava dike

14:31 - 16 Şibat 2012
Kurdpa: li kongireyeke rojnamevanî de li Hewlêrê girêbesta vekirina çar xwendegehên topa pê bi navên Yaneya Rial Madrîda Îspanyayî li Herêma Kurdistanê de hate ragehandin.

Ajansa nûçeyan ya Aka news di raporekê de bilav kir: roja 25’ê Rêbendanê kongireyeke rojnamevanî bo her yek ji kawe mehmûd wezîrê rewşenbîrî û Lawan a Hikumeta Herêma Kurdistanê û “adaban Şedele” nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Îspanyayê û Mîgêl Lîton nûnerê Yaneya Rêal Madrîd hate ragehandin.

Wezîrê rewşenbîrî û Lawan ya Herêma Kurdistanê tevî giring binavkirina vê xwendegehê ragehand : “li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kelarê, ew xwendegeh wê werin vekirin, li her xwendegehekê de wê 100 dersxwan fêrî topa pê, zanist, û teknîkên nû ên topa pê bin. Ew yek jî bingehek giring e ji bo pêgehandina lîstikvanan û kedroyên meşqê li Kurdistanê de”.