Xwepêşandan qaşo helwesta ne zalal a Îranê liser darvekirina Saman Nesîm+Wêne

18:41 - 22 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Bi armanca destekkirina girtiyên siyasî û şermizar kirina Îranê liser darvekirina Saman Nesîm û hevalên wî, li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê û Ewropayê xwepêşandanên nerazîbûnê birê ve çûn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, piştî bi darve kirina Saman Nesîm ê 17 salî û hevalên wî yên siyasî li girtîgeha Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê ku bi awayekî veşartî û nezelal hatin winda kirin, xwepêşandanên nerazîbûnê li Hewlêr û hejmarek bajarên Ewropa hatin lidarxistin ku îro jî li ewropa dê bodome.

Xwenîşandana Hewlêrê destpêkê biryar hatibû dayîn hember balyozxaneya Îranê birê ve here, lê paşan ber deriyê parlamentoya Herêma Kurdistanê bi silogana “Îran Terorîst e, zarokan dike kîsde, 21/ 2/2015’an, di roja zimanê zikmakî de birê ve çû.

Agirî Îsmaîlnijad, yek ji çalakvanên siyasî di vê meşa nerazîbonê de, ajansa Kurdpa re got: Ew xwenîşandan bo piştevanî kirin ji zindaniyên siyasî ên Kurd li girtîgehên Îranê li Hewlêrê bi re ve çû.

\"24916.jpg\"
Xwepêşndana bertekdan bi darvekirina Saman Nesîm û girtiyên din yên siyasî
Agirî di berdewamiya axaftina xwe de got: Beşdarên wê kombûnê bi awayekî nivîskî, ji serokê Herêma Kurdistanê-Mesûd Barzanî xwestin ku ji riya gotûbêjên dîplomatîk, ji hikûmeta Îranê bixwaze da ku hukmê darvekirina zindaniyên siyasî bide sekinandin.

Agirî Îsmaîlnijad di dawiyê amaje bi vê yekê kir : Wan daxuyaniyeke nivîskî li ser darvekirina girtiyên siyasî li Îranê û rojhilatê Kurdistanê radestî parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin. Wan jî soza cîbicî kirna xwestekên wan dan û pêşwaziyeke germ ji wê helmeta pîroz kirin.

Xwpêşanderan, bezir(winda) kirina rastiyan a hikûmeta Îranê şermizar kirin û hember hukmê darvekirina Saman Nesîm, Elî û Hebîb Efşarî, Sîrwan Nejavî, Îbrahîm Îsapûr û Yûnus Aqayî meşeke nerazîbûnê lidar xistin û bi tundî dij bi hikûmeta Îranê bertek nîşan dan.

Heya dema bellavbûna vê nûçeyê tu berpirsekî hikûmeta Îranê û navendeke fermî a wî welatî, nûçeya darvekirin yan paşxistina hukmê îdam kirna wan girtiyên siyasî ên Kurd îlan nekirin e. karbidestên hikûmeta Îranê her kes bi siyasetên çevt û qirêj ên xwe xapandin e. Herwiha jêdereke agah a nûçeyan li ser daliqandina 6 zindaniyên siyasî ên Kurd bidest neketiye;(herçend ku xeynî darvekirinê dê çi bi wan bê kirin.)

Hêjayî gotinê ye; beriya niha bi 2 rojan, hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, malbata wan 6 zindaniyên siyasî, pêhesandibûn ku girtiyên wan hatine darvekirin lê termê wan bi malbatan nehatine radest kirin.

\"24909.jpg\"

\"24909.jpg\"

\"24906.jpg\"

\"24910.jpg\"

\"24913.jpg\"

\"24911.jpg\"

\"24912.jpg\"