Xwenîşanderekî meha Xezelwera 1398an a rojî bo girtîgeha bajarê Sine hate veguhastin

16:58 - 5 Çirriya paşîn 2020

Roja Çarşemî 14`ê Xezelwerê, yek ji girtiyê xwenîşanderên  meha Xezelwer a sala 1398an a rojî, yê bi navê “Piştîvan Efser” xelkê gundê “Nê” yê ser bi Merîwanê bo cîbicîkirina cezaya xwe, hate binçavkirin û bo girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate veguhastin.

Pêka Çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê Kurd bo dadgeha “Înqilab” a bajarê Sineyê hatiye gazîkirin û bo heyama derbaskirina cezayên xwe hate binçavkirin.

“Piştîvan Efser” meha Befranbar a sala 1398an ji aliyê taya 2 a dadgeha Înqilab a Sineyê, bi tometa “hevkarî,kirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 9 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cazadan û ew cezaye li dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê bo 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin.   

Ew welatiyê Kurd, roja Sêşemî 28`ê Xezelwera sala 1398`an, li meşa xwenîşanderan de hatibû binçavkirin û roja Şemî 23`ê Sermaweza 1398an, bi danîna barêmteya 400 miliyon tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.