Xwendkarên merîwanî ji bona derbrîna piştgîrîya xwe ji Kebûdwend, man girtin

21:43 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kurdpa: xwendkarên zanîngeha peyam nûr a merîwanê bi hinceta nerazîtî derbirîna xwe li hember barudoxa cesteyî a Mihemedsidîq Kebûdwend, berpirsê rêkxirawa mafên mirov yê kurdistanê, tewlî grûpa mangirtîyên piştîvanî ji Kebûdwend bûn.

Biryare îro roja 14ê pûşperê, ev xwendkarên han man ji xwarinê bigirin ku di peywendî di gel vîya da beyannameyek derkirine ku deqa vî bi nûçe gihanîya kurdpa gehiştîye.
Deqa beyannameyê:
“xelkê bişeref û azadîxwazên kurdistanê”

Îro 39 roj bi ser man girtina Mihemedsidîq Kebûdwend berpirsê rêkxirawa mafên mirov yê kurdistanê li girtîgeha êvîn li tehranê derbas dibe û barudoxa cesteyî ya navbirî jî bi sedema mangirtinê, metirsîdare.

Girtin û azar dana kesên weke Mihemedsidîq Kebûdwend belgeyek bi hêze ji bo selmandina dirindîtî û dîktatorîtî ya desthilatdarên îranê û xûyaderê lawazîya birêve birina civakek dêmokrate.

Em daxwazê li hemî rêkxrawên navnetewî yên alîgirê mafên mirovan dikin da ku piştîvanîya xwe li mehkûm kirina pêşêlkarî yên rejîma tehranê bikin û her wisa ji hevalê hêja birêz Kebûdwend tikayê dikin ku selametî ya cesteyî a xwe çevre bike û dawîyê bi mangirtina xwe bîne.

Em xwendkarên zanîngeha peyam nûra merîwanê peywest bûna xwe bi rîz a man girtîyan radigehînin û gişt girtî yên sîyasîye her çar parçeyên kurdistanê jî piştrast dikin ku hevdeng û hevalê rêyê û hevçeper, di gel we ne heya gehiştin bi armanca pîroza xwe.

Xwendkarên zanîngeha peyam nûra bajarê merîwanê