Xwendkarekî Kurd bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin

17:47 - 27 Gulan 2020

Roja Çarşemî 7`ê Cozerdan, “Kejan Azadiyan” xwendkarê zanîngeha “Peyam Nûr” a bajarê Merîwanê û çalakvanê jîngeyê û xelkê gundê “Yengîce” a ser bi bajarê Merîwanê bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha wî bajarê hate veguhastin.

Ew xwendkarê Kurd, roja Şemî 27`ê Banemer a sala 1397`an, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin û roja Çarşemî 1`ê Cozerdana wî salî bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatibû azadkirin.

Ew welatiyê xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Merîwanê ve bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi salek hepsa te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaya wî jî di dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê de bo 2 mehan hepsa te`izîrî hatibû guherîn.