Xwendekarik Kurd li zanîngeha Hemedan, ji aliyê hêzên emniyetî hate girtin

01:03 - 3 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: xwendekarik Kurd ji xelkê şarê Serdeşt li zanîngeha “ Azad Hemedan” ji aliyên hêzên ser bi dezgeha ewlehiya hukûmeta Îranê hate girtin û bi ciyik nekivş hate raguhastinê.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Elî Êmamî, xwendekarê têrma kutayiya rişta kampiyoter li zanîngeha azad a hemedan bûye ku sibêzûya îro Şemî, 11ê Xezelwer, hatiye girtin.

\"16505.jpg\"
Elî Êmamî, xwendekarê têrma kutayiya rişta kampiyoter li zanîngeha azad a hemedan bûye ku sibêzûya îro Şemî, 11ê Xezelwer, hatiye girtin.
Bi gotina kesên gadar, hêzên ewlehiyê tiştên kesînên Elî Êmamî û loptopa kesîna navbirî jî tev xwe birine.

Hêzên ewlehiyê, hegera girtina vî xwendekarê Kurd,” alikarî tev yekik ji partiyên Kurdî” ragihandine û heya weşîna vê nûçê, çi zaniyariyik ji cê ragirtina Êmamî çinine.

Elî Êmamî, pêşde jî ji aliyê dezgeha ewlehiya şarê Serdeştê hatibû girtinê û ketbû ber jêpirsînan.

Ji aliyk din de, xwendekarik Kurd li zanîngeha Reşt, ji xelkê Mihabad, bi navê Arman Pervîzî, bi tometa hewdan bi dij asayişa netewî bi alikarî kirin tev partên Kurdî, hukmê bi sêdaredanê jêre birîne û ev hukum jî li 9ê Xezelwerê bi vî xweragihandine.