Xwendekarên Kurd Û Azerî Daxwaza Girîngîdan Bi Zimanê Zikmakî Dikin

18:40 - 14 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Xwendekarên Kurd û Azerî ên zanîngeha Peyamê Nûr ya bajarê Makoyê daxwaz ji berpirsên Hikûmeta Îslamî Ya Îranê kirin ku girîngî bidan bi zimanê dayîkî yên wan.

Nûçegihanê Ajansa Kurdpa li ser zimanê xwendekarek Kurd ê zanîngeha Peyamê Nûr ragihand ku çend rojan beriya niha berpirsên vê zanîngehê civînek bi armanca baştir nasîna muzîka Farsî rêve bir ku li encam de ligel dijkiryar û nerazîbûna xwendekarên Kurd û Azerî berbirû bû.

Xwendekar li ser vê bawerê ne ku armanc ji rêvebirina civînên han kizkirina ziman û kultra netewa Kurd û Azarî ye.
Xwendekaran herwiha daxwaz ji berpirsên zanîngeha Peyamê Nûr kirine ku zêdetir girîngiyê bidin kultûr û zimanê wan yê dayîkî û civînên han bi zimanê Azerî û Kurdî jî rêve bibin.
Xwendekarek din yê Azerî ji peyamnêrê me re got: ”Li gor serjimêriya akinciyên bajarê Makoyê û herwiha xwendekarên nav zankoyê de, Kurd û Azeriyên vê bajarê rêjeya wan ji Farsan zêdetir e û pêwîst naket zimanê wan bi ser me de zal be.