Xwendekarekî Şinoyê di bajarê Sineyê de hate desteserkirin

16:14 - 8 Şibat 2020

Roja pêncşemî, 17`ê Rêbendanê, xwendekarekî Kurd yê bi navê “Muhsên Ehmedzade”, xelkê bajarê Şinoyê, di bajarê Sineyê de ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate desteserkirin.

Ew xwendekarê Kurd piştî desteserkirinê bo cihekî nexuya hate veguhastin, û ti zaniyariyek ji derheq qedera wî ji berdest nîne.

Hêzên Îtila`atê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew xwendekarê Kurd desteser kirine û heya dema bilavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.