Xwendekarekî Kurd hate desteserkirin

16:56 - 19 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd yê li zanîngeha Peyama Nûr ya bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtila`ata wî bajarî ve hate desteserkirin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28`ê Banemera 1398`an(18`ê Gulana 2019`an), Kijwan Azadiyan xwendekarê Kurd yê li zanîngeha Peyama Nûr ya li bajarê Merîwanê, û çalakvanê warê jîngehê, ji aliyê hêzên îtia`atê ve hate desteserkirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, tevî erêkirina vê nûçeyê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re, ragihandiye ku, hêzên îtila`atê bi bê radestkirina destûra dadgehê ev xwendekarê Kurd desteser kirine.

Herwisa vê çavkaniya agehdar gotiye: Li heyama meha derbazbûyî heya niha, ev du carin ku hêzên îtila`atê wî xwendekarê Kurd desteserdikin.

Heya belavbûna vê nûçeyê derheq sedema desteserkirina vî xwendekarê Kurd tu zanyariyek berdest nine.