Xwendekarekî Kurd ber bi zindanê birê kirin

14:39 - 10 Adar 2015
Ajansa kurdpa: Çalakvanekî xwendekarî ê Kurd li Merîwana rojhilatê Kursdistanê, bo derbaskirina heyamê mehkûmiyeta xwe, bo zindana navendî a wî bajarî hat veguheztin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Ferhad Şefîizade- Xwendekarê Kurd li zanîngeha Tebrîz, piştî vê yekê ku hukmê 1 sal zindana wî li dadgeha Pêdeçûnê jî hat pejirandin, bo derbaskirina wî hukmî ew ber bi Zindana Merîwanê birê kirin.

Ew xwendekarê 28 salî xelkê gundê “Dil”ê ser bi Serwabadê ye ku li Merîwanê rûdinê.

\"25288.jpg\"
Ferhad Şefîizade çalakvanê xwendekarî bi 1 sal cezayê girtinê hat mehkûm kirin
Ferhad Şefîizade- Xwendekarê beşa Felsefe li zanîngeha Tebrîza Îranê ye ku havîna borî bi tometa (Têkdana ewlehiyê û rexnegirtin ji kesayetiyên siyasî ên hikûmeta Îranê), ji aliyê hêzên ewlekarî ên wî welatî ve hatibû binçav kirin.

Navborî piştî borîna mehek bi ser binçavkirinê re, bi danîna barimte (wesîqe) ya 100 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hatibû azad kirin.

Şefîizade di dadgeha Şoriş (înqilab) a Merîwanê jî bi heman tometê 1 sal cezayê girtinê lê hatibû birîn.

Herwiha Ferhad Şefîizade ku endamê Kunseya Navendî a Çandî -Civakî a Zagros û Heyeta Nivîskarên Kovara Xwendekarên zanîngehê ye jî , ji aliyê beşa Ewlekarî a zanistgehê ve, 2 nîv sal ji xwendinê hatin bêpar kirin.