Xwendekareke Kurdê zanîngeha Peyam Nûr a Urmiyê, welat bi cih hêla+wêne

16:33 - 31 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Berpirsên herasana zanîngeha Peyam Nûr a Urmiyê, xwendekarên zanîngeha han xistine jêr zext û givaşan û bi zorî daxwaz ji wan tê kirin ku dibe alîkariya hêzên Îttlata hikumeta Îslamî a Îranê bikin.

Li gor rapora ajansa nûçegehaniya Peyam Nûr a bajarê Urmiyê, êrîş li xwendkarên Kurd yên vê zanîngehê hatiye kirin ku eger alîkariya hêzên Îttlata hikumeta Îslamiya Îranê nehê kirin berbirûyê derkirin û destbiser kirinê dibin.

Berpirsên herasana zanîngeha Peyam Nûr a Urmiyê, heya niha çendîn xwendekarên Kurdê zanîngeha han bi alîkarî nekirin li gel partiyên Kurd yên opzîsyonên Îranê, tawanbar kirine.

\"11796.jpg\"
Ewa di demekê de ye ku xwendekareke Kurdê vê zanîngehê serbarî retkirina vê sûçê, ev karî bi pîlana berpirsên zanîngehê bi hinceta ewlehîtir kirina û kêm kirina çalakiyên xwendekarên Kurd li zangehên Kurdistanê hesibandiye.

Givaşên herasanên zanîngeha Peyam Nûra Urmiyê heya niha bûye bayîsa çendîn xwendekarên Kurd ku li xwandinê dest bikêşin ku dikarîn amaje bi “Omîd Ebdî” xwendekarê rişta Fîzîka Hestî yê zanîngeha han bikeyîn.

Ev xwendekarê Kurd mecbûr bû welat bi cih bihêle li yek ji welatên cînarên Îranê akincî be.