Xwekuştina jinan di bajarê Urmiyê de berdewam e

17:15 - 1 Kanûna Paşîn 2022

Roja Înê 10ê Befranbarê, jinek bi navê “Îlnaz Keleşî”, xelka bajarê Urmiyê agir berda xwe.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, wê welatiya Kurd piştî agir berdan li cesteyê xwe bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê hate veguhastin û rewşa tendirustiya wê nebaş hatiye ragihandin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Îlnaz Keleşî” di temenê 13 saliyê de jiyana hevbeş pêk aniye û heta niha ji sedema xweşevitandina navbirî ti zaniyariyek di ber dest de nîne.

Her di wê derheqê de, roja Pêncşemî 9ê Befranbarê, Keçekê bi navê “Kajîn Fetahî”, keça “Şehab”, temen 18 salî û xelka bajêrokê “Rajan”a ser bi bajarê Urmiyê, bi sedemek nexuya agir berda cestê xwe û dawî bi jiyana xwe anî.

Herwisa roja Yekşemî 5ê Befranbarê, jineke dinê a bi navê “Zara Sabirî”, keça “Siltan”, xelka gundê “Qunî”yê ser bi devera Somayê agir berda xwe û dawî bi jiyana xwe anî.