Xwekuştina 2 welatiyên Kurd li şarên Sewlava û Sinê

11:58 - 13 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: jinik 27 salî ji xelkê dewera Sewlava, li sedem pirskira komelî, kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, jinik bi navê “ Ferzanê Ibrahîmî” 27 salî ji xelkê gundê “ Naw” li dewera Hewramana Tezta ser bi şarê Sewlava ku roja Înî, 17ê Xezelwer, agir berdabû xwe, paşî 2 roj man li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya Kurd ragihand,” ew jine kurda xwedî 2 zarok bûye û bi hegera hindê ku ji aliyê çen kesan buxtan jê hatibû kirinê, agir berda xwe.

\"16740.jpg\"
Mohemmed Seidullahî bi hegerik neron, kutayî bi jiîna xwe aniye
Termê Ferzanê Ibrahîmî, roja borî tev wan 7 karkerên ji xelkê vî gundî ku li sedem qewimiya çon-hatinê li nêzîgundê Hecîc canê xwe ji dest dabûn, bi xakê hatin sipardin.

Her wisa roja Yekşem, 19ê Xezelwer, lawik 19 salî yê Kurd ji xelkê gundê “ Şiyan”a dewera Sinê bi navê “ Mohemmed Seidullahî” hewla xwekuştinê da û li sedem canê xwe ji dest da.

Mohemmed Seidullahî, kurê Behadîn ji xelkê gundê Şiyana dewera Jaweroya Sinê bûye ku lî şareka “ Hesen Ava”a ser bi şarê Sinê bi hegerik neron, kutayî bi jiîna xwe aniye.