Xwekujiya serbaz û cewanekî di bajarê Bokan û Hewşarê de

12:28 - 14 Çirriya paşîn 2020

Şeva Pêncşemî 22ê Xezelwerê, Serbazekî Bokanî yê bi navê “Peyam Ebdî” li gundê “Tîkantepe” yê ser bi bajarê Bokanê, dest avêtiye çeka xwe û dawî bi jiyana xwe aniye.

Heta niha sedema xwekujiya wî serbazê Kurd nediyar e. “Peyam Ebdî” bi çeka xwe dawî bi jiyana xwe aniye.

Heya niha berpirsên hikûmetê ti dijekiriyarek li derheq xwekujiya wî serbazê Kurd nîşan nedane.

Di vê derheqê de roja Înê welatiyekî ciwan yê temen 18 salî yê bi navê “Mêhran Qedîrî” xelkê bajarê Hewşar, bi sedemeke nediyar dawî bi jiyana xwe anî.

Ew cewan ji rêya  xwejidarvrkirinê ve dawî bi jiyana xwe aniye û heya niha ji sedema xwekujiya wî nediyar e.

Mêhran Qedîrî xelkê gundê “Mehmûdava” yê ser bi bajarê Hewşarê bûye.