Xwe şewitandina welatiyên Kurd yên Yarsan û helwesta hêz û partiyên Kurdistanî

14:06 - 9 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek ji rêkxistinên Mafê mirovan û her wisa çalakên Yarsan û her wisa yek ji Partiyên Rojhilata Kurdistanê bi derkirina daxuyaniyan, liv û tevgerên hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê li hember welatiyên Kurd yên Yarsan şermizar û mehkûm kirin.

Piştî xweşewitandina du welatiyên Kurd yên Oldarê Yarsan bi nîşaneya nerazîbûn li hember bêrêzî kirina hêzên Îttlatî bi ola Yarsan û xelkê Kurd yê Yarsan li bajarê Hemedanê, şopek mezin a nerazîbûnê ji aliyê çalakên mafê mirovan û her wisa partiyên siyasî yên rojhilata Kurdistanê hat holê.

Her di vê pêywendiyê de rêkxistina mafê mirovan ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji bilî bi xembûna xwe li hember xwe şewitandin û mirina yek ji çalakên Yarsan binavê “Nîkmerd Tahirî”, bêrêzî kirina bi ola Yarsan mehkûm kiriye û daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê kiriye ku rêzê ji hemû bîr û baweriyên cûda bigire.

Ji ailyek din roja bihûrî hejimarek ji çalakên Yarsan daxwaz ji xelkê Kurdistanê û bi taybetî xelkê kirmaşanê kiribûn ku li hember vê zulm û bêdadiya Komara Îslamiya Îranê bêdeng nebin û demjimêr 10’ê serê sibê li ber deriyê parêzgariya Kirmaşanê civînek nerazîbûnê çêkin.

\"13170.jpg\"
Li heman demê de Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi derkirina daxuyaniyekê bêrêzî û reftara hêzên Îttlatî li derheq welatiyên Kurd yên Yarsan mehkûm û şermizar kirin.

Her div ê pêywendiyê de Têymûr Mistefayî endamê Defetara Siyasî ya PDKÎ di hevpêvînek telefonî de bi ajansa Kurdpa ragehand:Zext û giwaşên hêzên Îranê li welatiyênYarsanî tiştek nû nine û ew nerazîbûn gihîştiye cihekê ku hin caran welatiyên Yarsan bi neçarî haşa ji mesebê xwe dikin û ew zext û giwaşe gihîştiye cihekê ku bi şewitandina bedena xwe nerazîbûnê li hember kiryarên dewleta Îranê nîşan didin.

Berpirsyarê Teşkîlata weşartî ya PDKÎ base vê yekê jî kir, em wek PDKÎ piştewaniyê ji hemû nerazîbûn û meşekê dikin ku li dijî naberaberî û zext û giwaşên dewleta Îranê be û vî karî bi erkek netewî û welatperwerane dizanin û daxwazê ji xelkê dikin pişikdariyê div ê meşê de bikin.