Xwe şewitandina Keçeka Kurd li Merîwanê û kuştina Jineka Kurd li Şinoyê

20:44 - 13 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Keçeka temen 20 salî li bajarê Merîwanê seba pirsgirêkên malbatî agir berda bedena xwe û dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşemiyê berwar 12’ê Hezîranê keçeka Kurd ya temen 20 salî binavê Sûdabe Qadirî keça Cebar agir berda bedena xwe û dawî bi jiyana xwe anî.

Her di vê pêywendiyê de çend rojan beriya niha jineka Kurd binavê “Soniya Kerîmiyan”keça Kerîmê Hecî Uoxiz li gundê “Gelaz”a ser bi herêma Deştebêl ya Şinoyê bi destê mêrê xwe yê binavê Elî kurê Ehemed hate kuştin.

\"13266.jpg\"
Tê zanîn ku li encama kêşe û pirsgirêka dinavbera wan du kesan de Elî li sere jina xwe dixe û vê tûşî xwînrêjiya mejî dike û piştî çend rojan li nexweşxaneyê cane xwe ji dest dide.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka meha Adara îsal heya niha 7 Jin û keçên kurd li Kurdistana Îranê bi sebebên cûda cûda canê xwe ji dest dane ku ji wan 4 kes bi destê mêr û kes û karên xwe hatine kuştin.

ji aliyek din û li gor amara ajansa kurdpa, her li vî heyamî de 19 Jin û Keçên Kurd dest dane xwe kuştinê ku ji wan 11 kesan bi agir hewila vê yekê dane.

Amara han bi pişt girêdan bi amara nawenda amara kurdpa tê bilav kirin û divêt amara rastîn ji vê hindê pitir be.
\"13265.jpg\"