xwe şevitandina jinek ciwan li Selas a Babacanî

13:10 - 12 Tebax 2013
ajansa Kurdpa : jinek ciwan bi navê “ Behare” li yekik ji gundên dewera “ Selasa Babacanî” bi agir berdana xwe canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa Nûçe gihaniya Kurdpa, li rojên borî de jinek ciwan, ji xelkê gundê “ deron” bexşa “ Ezgelê”, li sedema pirsgirêkên binemalê dest da agirberdan bi xwe û li incam canê xwe ji dest daye.

Serekaniyik agadar bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa got: ew jina 21 salî li sedema bandora binemala xwe bo cida bûn ji mêrê xwe , xwe kuştiye.
Beharê paşî 6 roj man li yekik ji senterên dermaniya şaristana Kirmanşan, bi hegera dujwariya birînên şevtê canê xwe ji dest daye.

Bi gorekî raportên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, ji despêka îsal heya niha, 30 jin û keçên Kurd li herêmên Kurd rûniştiyên Îranê de bi hegerên curbicur, kutayî bi jûna xwe anîne.