Xwe-kuştina welatiyik 38 salî ji Kirmanşanê

12:46 - 20 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik ji xelkê şarê Kirmanşan li sedem pirsgirêkên malê, li mala xwe de kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Çarşem, 24ê Rezber, welatiyik bi navê “ Esqer Selîmî” 38 salî, bi xwe-dardakirinê xwe kuşt.
Li vê rojê de jî kesik din yê 45 salî ji xelkê Nexedê bi navê “ Hosêyn Elîzadê” bi hegera rebenî û deskurtiyê kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî statîstîkên ku rêxirava duxtorê dadewerî(Pizişkê Qanûnî)ê welatê Îranê weşandiye, li sala 1391a rojî de, 271 car xwe-kujî hatiye tûmar kirinê.

Hebûna vê hejmarê li rewşik deye ku bi bawira pitira lêkolînerên civakî, eger senterik taybet analîzik ji her alî(Meydanî) bike, hejmara serasta xwe-kujiya welatiyan ji vê hejmarê jî zor zêdetire.

Gorekî statîstîkên vê rêxiravê, parêzgeha Kirmanşan li nawa Îran de asta 2yima xwe-kujiyê têde hatiye tûmar kirin û pitira jimarên xwe-kujiya welatiyan temenê wan li 18 – 24 salî bûye.

Her wisa gorekî statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka heyva Gelawêjê heya niha , 18 welatiyên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îran, Kutayî bi jîna xwe anîne ku ligelempera vê hejmarê , 6 ji wan mêr û 12ên din jin bûn.